Li Îranê nav bi zimanê zikmakî qedexe ne 2014-02-07 09:37:31 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêveberiya Îranê li eyaleta Belucistanê qedexe kir ku gel bi zimane xwe navan li zarokên xwe bike. Rêveberiya Îranê piştî zimanê kurdî qedexe kir, niha j3i li eyaleta Belucistanê qedexe kir ku gel bi zimane xwe navan li zarokên xwe bike. Li gorî nûçeya Malpera Kamîteya Îslama Ereb û Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê biryar da ku Gelê Beluchi bi zimanê zikmakî navan li zaken xwe nekin. Malperê anî ziman ku gelê Beluchî tenê dikarin nave ku ji aliyê saziya têkildar ve hatine diyarkirin navan li zarokên xwe bikin. Rayedarên Îranê berê jî navê kurdî qedexe kiribû û niha ji bi zimanê zikmakî yê Belechiyan nav qedexe kir. Li Îranê nêzî 2.5 mîlyon Belucistan dijîn. (mae)