Di Cenevre-2 ya bêyî Desteya Bilînd a Kurd pêk hat de şerê koran 2014-01-22 13:41:51 STENBOL (DÎHA) - Konferansa Cenewre-2 ku nûnerê 40 welatan beşdar bûye bêyî kurdan didome. Bêyî ku Desteya Bilînd a Kurd amade bibe konferansa Cenevre-2 serê sibê dest pê kir. Wezîrê Kar û Barê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê John Kerry diyar kir ku dê Rêberê Suriyeyê Esad di hikûmeta demî ya ku bê avakirin de bi tû awayî cîh negre. Wezîrê Kar û Barê Derve yê Suriyeyê Velîd Mualîm jî diyar kir ku berpirsyarê şerê navxweyî yê Suriyeyê hêzên navnetewî û mûxalifên ku li derveyî Suriyeyê dijîn û dijberiya Suriyeyê dikin nin. Desteya Bilînd a Kurd a ku nûneriya rêveberiya Rojava dike venexwendin Konferansa Cenevre-2 yê, Konferansa Cenevre-2 ya ku armanc dike ku şerê navxweyî yê Suriyeyê çareserbike bi axaftina Sekreterê Giştî yên Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon destpêkir. Konferans bi axaftina beşdarvanan berdewam dike. Konferansa ku du rojan bi civînên di nav bera Neteweyên Yekbûyî, nûnerê taybet yê Yekitiya Ereban a Suriyeyê, alîgirên rejîma Suriyeyê û muxalifên de berdewambike li piştî civînan dê 24'ê Çile de li Cenevreyê muzakere berdewam bike. Sekreterê Giştî yên Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon di axaftina vekirina konferansê de wiha got: " Konferansa Cenevreyê dê daxwaziya azadî û rûmeta gel dabînbike û dê ewlehiya û parastina hemû civaka Suriyeyê bigre bin garantiyê." Wezîrê Kar û Barê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê John Kerry di axaftina konferansa Cenevre-2 de diyar kir ku dê pêwîste êdî êşên gelê Suriyeyê bê rawestandin û armanca civînê ewe ku danezana Cenevreyê ya 2012'an de hat qebûlkirin birêk û pêk pêk bê. Kerry, diyar kir ku weke ku di danezanê de jî cîhgirtî bi rizaya herdu aliya îdareya hêzên ewlehî û artêşê ji di navde bi niyeta avakirina hikûmeta demkî em li hev civyanin û wiha got: "Dê Rêberê Suriyeyê Esad di hikûmeta demî ya ku bê avakirin de bi tû awayî cîh negre." Di konferansê de li ser navê rêjîma Suriyeyê jî Wezîrê Kar û Barê Derve yê Suriyeyê Velîd Mualîm jî axivî. Mualîm diyar kir ku berpirsyarê şerê navxweyî yê Suriyeyê hêzên navnetewî û mûxalifên ku li derî Suriyeyê dijî û dijberiya Suriyeyê dikin ne û ew kesana weke "xiyanetkar" pênasekir. Mualîm anî ziman ku dê li Suriyeyê bi tu awayî mafên axaftinê nedi wan "xiyanetkarana" ku bi axivin. Muallîm diyar kir ku kesên ku dixwazin der barê suriyeyê de biaxivin heta ku ji bo alîkariyê diçin li ber Emerîkayê digerin bila berê werin li Suriyeyê bijîn û rewşa suriyeyê bibîne pêwîstê tiştên ku gelê Suriyeyê jiyaye baş hisbikin û wiha got: "Desturê bidin em welatê xwe bi xwe sererastbikin." Konferans bi axaftina Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşker û Muxalifên Suriyeyê Ahmed El-Carba berdewam dike. Di nava kesên ku tevlî konferansê bûne de Yekitiya Ereban, Rêxistina Hevkariya Îslam û Yekitiya Ewropa jî cîhdigre. (my/mae)