OSO û Esad agirbest pêk anîn 2014-01-07 12:48:56 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat îdîakirin ku OSO û hêzên Esad ji bo li hember Eniya El Nusra a girêdayî El Qaîde şer bikin agirbest pêk anîne. Ajansa Nûçeyan a Fars a nîv fermî ya Îranê, îdaî kir ku Artêşa Sûriye ya girêdayî rejîma Beşşar Esad û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ya li hember rejîmê şer dike, ji bo li dijî Eniya El Nusra ya girêdayî El Qaîde şer bikin, di navbera xwe de peymana agirbestê mohr kirine. Li gor îdîaya ajansê ku nûçeyê dispêre rayedarekî payebilind ê Artêşa Sûriyeyê, li devereke girîng a Şamê Barzeh, Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ya muxalif bi navbeynkariya Komîteya Lihevhatina Neteweyî û hin serokeşîrân bi Artêşa Sûriyeyê ya rejîma Beşşar Esad re peymana agirbestê mohr kiriye. Di vê çarçoveyê de li herêma Barzeh wê alî li hember hevdu şer nekin û tenê li dijî hêzên Eniya El Nusra têbikoşin. (yş)