Li Îngilistanê ciwan pirtûkên çapkirî tercîh dikin 2013-11-29 14:58:01 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gor lêkolîneke li Îngilistanê ciwan pirtûkên çapkirî tercih dikin. Di lêkolîneke li Îngilistanê de derket holê ku ji sedî 62'yê ciwanên di navbera 16-24 salan de pirtûkên çapkirî li gorî yên e-pirtûk zêdetir tercih dikin. Ajansa Voxburner diyar kir ku ji encaman şaş mane. Ajansê diyar kir ku sedema tercîhkirina pirtûkên çapkirî ev e ku girêdana hestî ya bi pirtûkê û aborî ye. Li gor anketê, yek ji sedemên din ê girîng ku pirtûka çapkirî tê tercîhkirin ev e ku "Ji sedî 5 dibêjin, 'Em hez dikin di destê xwe de bigirin', ji sedî 20 dibêjin, Ez ne mehkûmî amûrekê me', ji sedî 10 jî dibêjin ku ew bi hêsanî parve dikin û ji sedî 6 jî dibêjin, 'Piştî ez bi kar tînim dikarin bifiroşim.'" (yş)