Li Îranê hejmara girtiyên ku di grevêdeye derket 14' an 2013-11-25 15:09:04 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Îranê girtiyên siyasî yên kurd ji ber cezayên daliqandinê, kiryarên tundî û zordariyên di gitîgehan de protesto bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn hijmara girtiyan derket 14'an. Li Îranê girtiyên siyasî yên kurd ji ber cezayên daliqandinê, kiryarên tundî û zordariyên di gitîgehan de protesto bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, her ku diçe çalakiya girtiyan berfirehtir dibe. Li meha Cotmehê de 2 girtiyên siyasî dest bi gireva birçîbûnê kiribûn ji bo ku piştgiriyê 6 girtiyên din destbi gireva birçîbûnê kir. Bi vê awayê hijmara girtiyên ku ketin çalakiya gireva birçîbûnê derket 14'an. Li Girtîgeha Benderabasê di 19 Cotmehê vir ve girtiyê siyasî yê kurd ê bi navê Erjeng Dawûdî ji bo ku kiryarên tundî û zordariyê yên li girtîgehê protesto bike dest bi greva birçîbûnê kiribû. Tê diyar kirin ku rayedarên Îranê Erjeng Dawûdî avêtine hûcreya yek kesî. Girtiyê bi navê Elî Muradî yê ku ji Girtîgeha Benderabasê mişextî Girtîgeha Mînabê hat kiri li hemberî tundî û zordariya û mişextan di 27 Cotmehê de dest bi greva birçîbûne kir. Di der barê tendirûstiya her du girtiyan de agahî nehatin girin gireva birçîbûnê her ku diçe li nava girtiyan de tê belav kirin. Piştî ku li Girtîgeha Evînê 6 girtiyên siyasî yên ku di 5'ê Mijdarê de dest bi gireva birçîbûnê kirin, li Girtîgehên Mînab û Benderabasê jî 6 girtiyên siyasî yên kurd dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir. Li gorî daxûyaniya Komeleya Piştevaniya Girtiyên Siyasî û Sîvîl, Girtiyên li Girtîgehên Mînab û Benderabasê yên bi navên Efşîn Sohrab Zade, Mihemed Husen Rezayî, Kemal Şerîfî, Derweş Zendî, Hesen Cewanî û Kerîm Mûsazade ji bo ku pişgirî bide hevalên xwe di 20'ê Mijdarê de dest bi gireva birçîbûnê kirin. Deng ji 6 girtiyên ku di girevê dene naye girtin Li Girtîgeha Evînê ya ku girtiyên siyasî yên kurd tê neqilkirin, girtiyên siyasî yên ku di 5'ê Mijdarê de ji bo ku polîtîkayên daliqandinê yên rejîma Îranê û daliqandina girtiyên siyasî yên kurd protesto bike dest bi gireva birçîbûnê kiri bûn, deng ji 6 girtiyên ku di girevê dene naye girtin. (my)