Meclisa Sporê civîna yekem li dar xist 2013-11-21 17:35:24 AMED (DÎHA) - Meclisa Sporê ya Konseya Bajêr a Yerel Gundem 21 ya Amedê, bi desteya xwe ya rêveber a ku di 3yemîn Kongreya Asayî de hate hilbijartin, civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Civîna ku li Hêwana Resepsiyonê ya Sumerparkê li dar ket, Sekteretê Giştî yê Konseya Bajêr Metîn Kilavuz, Midûrê Sporê yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdulvehap Saçaklar, ji Şaredariya Peyasê Serdar Atan, ji Şaredariya Yenîşehrê Faik Okutucu, ji Şaredariya Rezanê Sabahattin Kizilkan, li ser navê saziyên çapemeniyê Yilmaz Bay, li ser navê TFFHGDê Nihat Mizrak, li ser navê Konfederasyona Klûbên Spora Amator a Şaxê Amedê Abdulsamed karakaş û Abdullah Kizilay, li ser navê Komeleya Futbolîstên Amator Mesut Derî, li ser navê Komeleya Astengdaran M. Emîn Baran û Nûnerê Bajêr ê Atletizmê Azamettin Ozaydogdu tê de amade bûn. Di civînê de hevberdevkên saziyê hatin hilbijartin û gengeşî hate kirin ku Konferansa Sporê ya 5ê û xelatên mirovê sporê bêne lidarxistin. Plansaziya dema pêş a civînê hate kirin û hin biryar hatin girtin. Di civînê de ji bo pêkanîna hedefan jî komîsyon hatin avakirin û bi taybetî di warê ambulans û tendurstiya sporlîzan de biryar hate girtin ku di asta wezareta têkildar de hewldan bêne kirin. Her weha hate destnîşankirin ku ji bo Mala Amatoran û veguhastinê li ba rêveberiyên her3emî, parêzgerî û saziyên civaka sivîl hevdîtin bêne kirin. (mae)