Demîrtaş: Em dê piştgiriyê bidin Rojava 2013-08-29 18:14:19 ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahhattîn Demîrtaş li meclisê der barê mijarên di rojevê de pirsên komeke rojnamegeran bersivand. Demîrtaş der barê pirsa rojnamegeran a bikar anîna çekên kimyevî ya li rojavayê Kurdistanê û mudaxaleya li dijî Sûriyeyê de ev tişt got: "Rast e çekên kimyevî hatine bi kar anîn lê belê ji aliyê kê ve hatiye avêtin ne diyar e. Li hemberî van pêkanînan helwesta BDP'ê ev e; Hikûmet li cihê ku polîtîkayên xwe yên der barê Sûriyeyê de biguherîne, li gorî berjewendiyên emperyalan tevdigere. Divê ku dîplomasiyeke hemû azadiyên gelên Sûriyeyê misoger dike û piştgiriyê didê were meşandin." Der barê derxistina tezkereyê ya ji bo Sûriyeyê de jî Demîrtaş wiha got: "Ger ev tezkere were meclisê em wekî BDP em ê helwesta xwe bidin nîşandan û bertekên xwe em ê bînin ziman." Der barê êrîşa El Nusra û El Qaîde ya li dijî Rojava de jî Demîrtaş wiha axivî: "Tu hinceteke ku El Nusra û El Qaîde êrîşên herêma kurdan bikin tuneye. Ev komên çeteyan dibin navê 'cîhad'ê de êrîşê mirovên kudi nava xaka xwe de dijîn dikin. Tirkiyeyê dibêje ku 'em piştgiriyê nadin çeteyan' lê belê li hemberî vê yekê deriyê sînor a Serê Kaniyê ji çeteyan re vekiriye." Demîrtaş diyar kir ku divê hevdîtinên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Tirkiyeyê bidomin. Demîrtaş bibîr xist ku divê di Kongreya Navnetewî ya Kurd de statuya Rojava bê destekirin. Der barê pirsa rojnamegeran a der barê peyama 1'ê Îlonê de jî Demirtaş wiha got: "Bi du sernavan dê mîtîng bê lidarxistin. Sernava yekemîn di pêvajoya çareseriyê de divê hikûmet êdî gavan biavêje. Em ê peyama ku li welatê me û li herêmê şer raweste bi awayeke xurt bidin. Sernava duyemîn jî destekirina Rojava ye." (aw/mae)