Li Hewlêr ji bo tevkariya Rojava turnuvaya futbolê hat destpêkirin 2013-06-07 16:29:03 HEWLER (DÎHA) - Ji bo piştgirîdayîn û balkêşandina ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ciwanên Rojavayî yên li Herêma Kurdistanê turnuvaya Futbolê hate destpêkirin. Li bajarê Hewlêrê ji aliyê ciwanên Rojavayî ve ji bo piştgirîdayîn berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna 20 tîman turnuvaya Futbolê hate destpêkirin. Turnuvaya ku ji aliyê ciwanên Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) ve tê organîze kirin 20 tîm beşdar dibin. Maçên turnuvayê wê tenê rojên Înî di demjimêr 12:00’ê destpêdike heta demjimêrên êvarê bidome. Îro 12 tîm bi vê armancê dest bi lîstikê kirin. Endamê Komîteya Turnuvayê Bavê Mazlûm diyar kir ku wana ev tunuva ji bo ciwanên ku ji Rojavayê Kurdistanê ji ber şert û mercên zehmet koçî Başûrê Kurdistanê kirine bînîn gel hev û ji bo di pêşerojê de rêxistinên ciwanan ava bikin van komên tîmên futbolê dane avakirin. Ev turnuvaya ku me daye destpêkirin jî di bin navê piştgirîdayîn berxwedana gelê Rojava hatiye li darxistin. Ev turnuva, wê bi mehan berdewam bike. bangawaziya me ewe kû her Kurdek piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava bide diyar kirin û Kurdên Rojava yên kû koçî Başûrê Kurdistanê kirine di nav hev de piştgiriyê bidin hev kû em bikarîn hîn bêhtir xwe birêkxistin bikin û bihêz bibîn. (ad/mae)