Li Êlihê Pêşbirga Futbolê ya Maruf Eken a Aşîtî û Dostaniyê dest pê kir 2013-04-16 10:12:58 ÊLIH (DÎHA) – 5'emîn Pêşbirga Futbolê ya Maruf Eken a Aşîtî û Dostaniyê ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê ve tê li darxistin hate destpêkirin. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê ku her sal pêşbirga futbolê ya Maruf Eken a Aşîtî û Dostaniyê pêk tîne, îsal 5'emîn Pêşbirga Futbolê ya Maruf Eken a Aşîtî û Dostaniyê pêk ani. Eken, yek ji endamê Egîtîm Sen'ê ye û beriya 5 salan di encama qezayek trafîkê de jiyan xwe ji dest daye. Li ser vê yekê her sel turnuva li ser navê wî tê amadekirin. Turnuva li Seha Kulturê tê li darxistin. Bi tevahî di turnuvayê de 48 tîmên dibistanan cihê xwe digirin û ev tîm ji mamosteyên dibastanê navend, navçe û gundan pêk te. Bi tevahî 480 lîstik di tîman de cih digirin. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Bulent Hatun, diyar kir ku wan ji îro pê ve turnuvayê daye destpêkirin û da zanîn ku ew ji ber kêmasiyên çalekiyên civakî ev 5 sale vê turnuvayê dane destpêkirin. Hatun, destnîşan kir ku wan vê turnuvayê ji bo mamosteyên dibistanan dane amadekirin û got armanca ew e ku bi vê çalekiya werzîşê dixwazin di navbera mamosteyan de hevnasî û dostanî li pêş bikeve. Hatun, li ser navê kesên navê Maruf Eken ji ku hatiye meraq dikin rawestiya û anî ziman ku Maruf Eken endamekî wan buye û beriya 5 salan di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Hatun, da zanîn ku ji bo navê hevalê wan neyê ji bîr kirin û her tim bê bi bîranîn li ser navê wî vê turnuvayê dane destpêkirin. Hatun, anî ziman ku ew hêvî dikin ku dê ev turnuva ji bo pêvajoyê bibe alîkar û li ser navê aşîtî û dostaniyê ji hemû lîstikvan û tîman re serkeftin xwest. Hatun, hêvî kir ku dê ev turnuvaya wan bê alozî derbas bibe û bi encamek baş bi dawî bibe. Piştî axaftina Hatun, li Seha Kulturê di roja ewil de tîmên Zanîngeh û Lîseya Turk Telekomê ya Anadoliyê û Dibistana Serete ya Petrol û Dibistana Serete ya Bajarokê Awîskê hatin pêşberî hev. Turnuvayê ewil bi lîstika van tîman hate destpêkirin. Dê turnuva di 9 Gulanê de bi lîstîka fînalê bi dawî bibe. (bg/mee)