Tîma Jinan a Stêrk a Baglarê bû şampiyon 2013-03-22 13:38:34 AMED (DÎHA) - Tîma Basketbolê ya Jinan Stêrk a Baglar Belediyesporê di Şampiyoniya herêmî ya li Xarpetê de bi ser ket û bû yekem. Tîma Jinêan a Stêrk a Basketbolê piştî di şampiyona navendê de bû yekem, di Şampiyona Hêrêma Xerpetê de jî bû yekem. Tîma Jinan a Stêrk a Basketbolê tevli şampiyona herêma ku ji aliyê Federasyona Tirkiyeyê ve li Xerpetê pêk hat de di maçê de bû şampiyon. Tîma Jinan a Stêrk a Basketbolê di fînala maça xwe de bi Akademîspora Konaka Meletî re lîst. Tîma Jinan a Stêrk a Basketbolê di salona spora ser girtî ya Ahmet Aytar de bi tîma ku beranberê hev de dilîstin bi skora 98-50 bi ser ket û bû şampiyon. Li ser navê rêvebiriya Kuluba Baglar Belediyesporê Meral Demîroglu axivî û anî ziman ku tîma wan bi serkeftiye û hatiye astek pir girîng û wiha axivî: "Di maça ku li Xarpetê hatiye lîstin de di nava 12 tîman de bi serketine û di herêmê de jî bûne şampiyon. Ji ber serkeftina tima me em wekî rêveberiya kulup sporê wan pîroz dikin. Em bawer dikin ku di maça ku Sîwasê de bilîzin de di Anatolyayê de bibin yekem." Maçên ku hatin lîstin û encamên wan wihane: Belediyespor a Resan a Amedê 90, Batman Egîtîmspor 28 Belediyespor a Resan a Amedê 90, Elazıg Harput Saglikspor 50 Belediyespor a Resan a Amedê 97, Şanli Urfa Bagmancispor 60 Belediyespor a Resan a Amedê 79, Van Belediyespor 45 Belediyespor a Resan a Amedê 98, Malatya Konak Akademîspor 50. (aw/mae)