Belediyespora Bajarê Mezin a Amedê bû şampiyon 2013-01-20 11:35:25 AMED (DÎHA) - Di Lîga Akademiya Tirkiyeyê ya Koma Rojhilata Anatolê ya nifşê U-16 salî de; Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bîngolspor 3-0 têk bir û bû şampiyon. Di Lîga Akademiya Tirkiyeyê ya Koma Rojhilata Anatolê ya nifşê U-16 salî de; Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bîngolspor li Tesîsên DSÎ Spor a Amedê hatin hemberî hev. Di lîstika gogê de Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bîngolspor 3-0 têk bir û bû şampiyon. Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di meha Sibatê de li Antalyayê tev li Finala Tirkiyeyê bibe. Dîrektorê Teknîkê yê Nifşê U-16 salî yê Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ekrem Uşen, anî ziman ku armanca wan a sereke ji wersîşê bêtir di nava civakê de kes û kesayetiyê ku xizmeta pêşketin û peşeroja civakê bikin ava bikin. Uşen, anî ziman ku wan ji meha tebaxê de dest bi xebatên xwe kir û da zanîn ku ew dixwazin hemû ciwanên xwe têxin xizmeta civakê. (mae)