Pêşbirga werzîşê ya Peyasê û GGC'ê dest pê kir 2012-11-28 11:01:12 AMED (DÎHA) - Pêşbirga fûtbolê ya seha xalîçe ya di navbera Şaredariya Peyasê û Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu (GGC) de hatibû amadekirin dest pê kir. Pêşbirga fûtbolê ya seha xalîçe ku her sal wekî kevneşopiyekê di navbera Midûriyeta Karê Civakî ya Şaredariya Peyasê û Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu de tê lidarxistin, dîsa dest pê kir. Di vekirina pêşbirga futbolê de Wekîlê Şaredarê Peylasê Fevzi Yetkin, Serokê Cemîyeta GGC Veysî Îpek, Serokê Midûriyeta Karê Civakî Îsmail Kardaş û nûnerên saziyên pêşbirgê amade bûn. Beriya vekirina pêşbirgê Îsmaîl Kardaş, diyar kir ku bi armanca piştevanî û piştgiriya di navbera saziyan de vê pêşbirgê pêk tînin û wiha got: "6 salin ev pêşbirg pêk tê. Me xwestibû ku di 9'ê mijdarê de dest bi pêşbirgê bikin. Lê ji ber greva birçîbûnê me taloq kir. Em dixwazin vê diyalogê pêş bixin. Em bawer dikin ku dê dostanî bi ser bikeve." Bi lîstika tîmên Odeya Sinhetkar û Esnafan û tîmê Şaredariya Sûrê dest pê kir. Pêşbirga ku 28 tîm tev lê bibin dê hefteyekî berdewam bike. (mae)