Tûrnûvaya 'Ji Bekir Kaya re azadî' dest pê kir 2012-07-16 12:23:26 WAN (DÎHA) - 1'emîn lîstika "Turnuvaya Ji bo Bekîr Kaya Azadî" a ku ji aliyê Belediye Vansporê ve di navbera taxan de pêk hat dest pê kir. Di tûrnûvaya ku 28 tîm tev li pêşbirgê dibin de timên Rêberspor û Zagros Mezopotamyaspor hatin hemberî hev. 1'emîn lîstika Turnuvaya "Ji bo Bekîr Kaya Azadî" a ku ji aliyê Belediye Vansporê û Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Wanê ve di navbera taxan de pêk hat, li Seha Sanayisporê dest pê kir. Lîstika ewil bi tîmên Rêberspor û Zagros Mezopotamyasporê dest pê kir. Di lîstikê de posterê Şaredarê Wanê Bekir Kaya hate vekirin. Di merasima lîstikê de Wekîlê Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Serokê Kuluba Vanspor a Şaredariyê Nihat Gezici û gelke kesên din amade bûn. Gezîcî, anî ziaman ku turnuva rastî eleqeyek mezin tê û di nava gelek tîman de tenê 28 tîm hilbijartine. Piştî axaftinê tîma Rêberspor û Zağros Mezopotamyaspor hatin cem hev. Dema maçê dest pê kir polîs jî hatin derdora sehê kirin dorpêçê. Encama lîstikê Rêberspor 2 - Zagros Mezopotamyaspor - 1, Îrademspor 5 - Yen-Geçspor 3, Xal û Xarzîspor 0 - Van Barça 1, Bahozspor 0 - Panzspor 4 bi dawî bû. (mae)