Onerê Amedî yê qurbanê mayinê di atletîzma Ewropayê de bû 3'emîn 2012-06-28 12:06:53 AMED (DÎHA) - Di şampiyona Ewropayê de Sponsorê Şaredariya Rezan a Amedê Mehmet Nesîm Oner, di beşa Şampiyoneya Atletizma Ewropayê de ket rêza 3'emîn. Oner di 2004'an de li Pasûrê dema şivandî dikir çavek û milê xwe winda kiribû. Şampiyona Ewropayê li Holandayê pêk hat. Di şapniyoneya Ewropayê de Sponsorê Şaredariya Rezan a Amedê Mehmet Nesîm Oner, di beşa Şampiyoneya Atletizma Ewropayê de ket rêza 3'emîn. Mehmet Nesim Oner, di katagoriya astendarên çavan de bi 1.57 saniyeyan û reva 800 metreyan ket rêza 3'emîn a Şappiyoneya Ewropayê. Oner, xelata madalya bronz qezenç kir. Onerê Amedî ku nûnertiya Tirkiyeyê dike di sala 2004'an de dema li navçeya Pasûrê ya Amedê sewal diçêran mayin bi wî de teqiya û çavekî xwe û mileki xwe winda kiribû. (mae)