Serkeftin ya Wansporê ye lê rumet ne ya şaredariyê ye 2012-06-22 16:11:07 WAN (DÎHA) – Serokê Qibuba Wansporê ya Şaredariya Wanê Nîhat Gezîcî, diyar kir ku di lîstikê de navê Şaredar Bekîr Kaya û Qilûba wan nehatiye dîtin û vê yekê ew xemgîn kirine. Gezîcî, daxuyaniya Waliyê Wanê Munîr Karaloglu rexne kir û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Qibuba Wansporê ya Şaredariya Wanê têkildarî lîstika Atlêtîzmê û şampiyona Mehmet Akkoyun, li tesîsên Şahabettîn Ozarslaner daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Qilubê Nîhat Gezîcî, rêveberê Qilubê û leyîstikvan amade bûn. Ji ber leyistikvan Akkoyun di pêşbaziya şampiyona bi navê “Bezandina Çiyayê Balkanan” de bûbû yekemîn, Waliyê Wanê Munîr Karaloglu, wî bê navê Qiluba Wansporê ya Şaredariya Wanê pîroz kiribû. Qilubê jî li hemberî vê yekê û li hemberî Walî Karaloglu nerazîbûn li hemberî vê yekê dan nîşandan. Gezîcî, diyar kir ku daxuyaniyê Walî Karaloglu daye ne rastin. Gezîcî, anî ziman ku piştgiriya herî mezin ji şaredariyê digirin û wiha got: “Ger ku em vî bajarî temsîl û serkeftina bi dest bixin, ev jî alîkariya şaredarê me Bekîr Kaya û kuluba me ye. Ji ber ku şaredarê me Bekîr Kaya Û kuluba şaredariyê, navê wan ne anîne ziman ji ber vê yekê em bi xemgînin.” ‘Tu carî Walî serkeftina me qebul nekir' Gezîcî, bal kişand ser helwesta Waliyê Wanê Munîr Karaloglu ku navê wan ne aniye ziman û wiha vegot: “Em helwesta Walî rexne dikin. Pêwîste ku Walî vê nêzîkatiyê nîşanî me nede. Tu carî Walî serkeftina Şaredariyê û Kulubê ne gotiye. Ez dixwazim Walî vê daxuyniyê bi bihîze. Navê vê cûdakarî ye. Em her tim rastî vê cûdakariyê tên. Pêwîste Walî demek beriya vê demê di derbarê mijarê de daxuyanî bide. Ev tîma me û şaredar Bekîr Kaya tenê nîne. Ev tîm ya hemû gelê Wanê ye.” 'Kuluba me wek ya welatekî din dibînin’ Gezîcî, bang li Walî Karaloglu kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çima ew qas li hemberî me nêzîkatiya we neyînî ye? Çima hûn nehatine temaşekirina lîstika me? Gelo hûn tenê saziya Sporê ya Şaredariyê, tenê wek ya Nîhat Gezîcî dibînin. Ev 3 sal û nîve em li vir kar dikin. Karaloglu rojek ne hatiye ba me. Em ji bo madî naçin cem saziyê xwe. Em tenê dibên bila di aliyê manevî de piştgiriyê bidin me.” (bg/mae)